Her diçe çalakiya mamostayên bi peyman berfireh dibe
Ev dû hefte zêdetire li herêma Kurdistanê mamostayên bi peyman li qadanin daxwaza mafê xwe dikin û dixwazin bi awayek fermî bên peyîwirdarkirin. Mamostayên bi peyman ên Helepçe bi diruşma ‘Emê heta kengê bi peyman bin, belê ji bo tayînkirinê’ di çalekiyan dene.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Mamostayên bi peyman ên Helepçe li ber deriyê Baxê Giştî yê Helpçe kom bûn û heta ber deriyê rêveberiya giştî ya Perwerdeya Helepçe meşiyan. Mamostayan di meşê de diruşmeyên ‘Em li Kurdistanê ne” û “tayînbûn mafê meye” qiriyan.
Jinên zarokên xwe jî li gel xwe tinîn çalakiyê
Mamostaya bi peyman Besoz Emer a zaroka xwe jî bi xwe re tine çalakiyê û got: “Ev pênc sale weke mamostaya bi peyman ez mamostatî dikim û heftane 28 saet wane didim. Niha ji me baykota dibistanê kiriye û heta niha kes nehatiye ne gotiye ka hun çawa jiyan dikin. Ez zaroka xwe her roj li gel xwe tînim, lê belê heta niha tu bersivek ji bo daxwazên me nehatiye dayîn û em nikarin êdî bi vî awayî jiyana xwe dom bikin.”
Mamostaya bi peyman Lana Sedîq dibêje: “Zêdeyî 22 hezar mamostayên bi peyman li qadanin nan û ava xwe li van qadan dixwin û çalakî dikin. Heta ku em mafê xwe bi dest nexin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”
Mamosta Bedriye ji gundê Şîremere bejdarî xwepêşandanê bûye
Mamostaya bi peyma ya zimanê Kurdî ya gundê Şîremer Bedriya Mesud dibêje: “Ez ji gundê şîrmer hatime daxwaza mafê xwe dikim, ev dû hefte zêdetire çalakiya me berdewam dike em heroj diçin ber deriyê reveberiyekê, lê belê heta niha bersîva xwestekên me nedane.”
Li herêma Kurdistan 22 hezar mamostayên bi peyman hene, ji aliyê hikumetê ve bi awayek fermî nehatine peyîwirdar kirin û mamostayên bi peyman jî ji bo bi awayek fermî werin tayînkirin dest bi çalakiyan kirine. Heta ku daxwazên wan neyên bi cih anîn wê çalakiyên wan berdewam bike.