‘Her darvekirin felaketek e û aliyê wê yê siyasî heye’

Meryem Mehdî li ser cezayên darvekirinê yên ji aliyê Komara Îslamê ya Îranê ve tên dayîn bal kişand ku her cezayê darvekirinê aliyê wê yê siyasî heye. Meryem Mehdî diyar kir ku divê gelê Îranê bi hewldanên xwe çareseriyê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

ŞEHLA MUHAMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Cezayê darvekirinê yê li pispora xizmetên civakî û girtiya Kurd Pexşan Ezîzî hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve careke din hat erêkirin û dosyaya wê sewqê daîreya înfazê hat kirin.

Ji ber ku cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî hat erêkirin, parêzerê wê Emîr Reyisiyan, got: “Têkildarî dosyayê kêmasiyên ku hatin gotin, tu yek ji wan ji aliyê dadgeha bilind ve cidî nehat girtin. Kêmasiyên di warê lêkolînkirina dosyayê de jî di nav de, kêmasiyên şeklî û esasî cidî nehatin girtin. Her wiha belge û delîlên têkildarî xebatên Pexşan Ezîzî yên li kampa penaberan a Şengalê ya li Bakurê Sûriyeyê û kampên din ên penaberan ku alîkariyên aştîxwaz û mirovî bûn, cidî nehatin girtin. Tu aliyê siyasî yê van xebatan tunebû, bi tevahî di çarçoveya alîkariyê de bûn.”

Li ser kêmasiyên di doza Pexşan Ezîzî de û hincetên vê cezayê, me bi parêzer Meryem Mehdî re nirxandin kir.

‘Sûcdarî hemû derew in’

Meryem Mehdî, li ser cezayê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn wiha got: “Di vê dozê de, bi sûcdariya ‘îsyana çakdarî’ cezayê darvekirinê lê hat birîn. Ev sûcdarî tê wateya ku li dijî rêveberiya îslamî îsyana çekdarî û di mercên; mînak ger çek bi kes re hebe û bi kar anîbe, bi komî vî karî kiribû... Lê tê gotin ku ger çek nehatibe bikaranîn û kes were girtin dê cezayê darvekirinê lê neyê birîn. Paşerojek dîrokî û fiqhî ya vî cezayê heye û di pirtûkên fiqhê yên berê de cezayek wiha nehatiye dayîn. Ev sûc li dijî hikumetek adil tê wateya serhildanê ango divê edalet serdest be û derketina li dijî vê yekê îsbat bibe.”

Meryem Mehdî wiha domand: “Di doza Pexşan Ezîzî de komek wiha tune ye. Li dijî kîjan hikumetê rabû serhildanê? Çi çek pê re hat girtin û bi kê re li ku derê şer kir? Di dosyaya wê de delîlek wiha tune ye. Tenê tişta di dosyayê de heye ew e ku Pexşan Ezîzî li dijî DAIŞ’ê alîkariyên mirovî kiriye û tu çek pê re tune bûye. Ji ber wê jî sûcdarî hemû derew in.”

‘Divê em bifikirin ku mafê tu hikumetê tune ye mirovan bikuje’

Meryem Mehdî bal kişand ku komara îslamê ya   Îranê bi darvekirina jinên Kurd hewl dide tirs û xofê çêbike û wiha got: “Komara îslamê ya Îranê carna pêdivî bi darvekirinê dibîne. Hewl dide rewşê tevlihev bike, tirs û xofê çêbike. Niha jî zextên li ser civakê, qirêjiya hewayê, birandina cereyanê, birandina avê, di rewşên weke krîza aborî de ji ber ku gel bertek nîşan dide, pêdivî dibîne mijarê biguherîne. Bi taybetî jinên Kurd û jinan hedef digre. Di vê dozê de ji bo cezayê darvekirinê tu sedem tune ye.”

Meryem Mehdî wiha bi dawî kir: “Tişta ku divê were şermezarkirin cezayê darvekirinê ye. Divê em nefikirin ka mirovan darvekirinê heq kirine yan na. Divê em mafê qetilkirina mirovan nedin tu hikumetê. Dema ku vî mafî ji hikumetek re tê dayîn, xwe li ser gel weke hêz nîşan dide û nêzî her cure dîktatorî, zext û qetliamê dibe. Ji ber wê divê têkoşîn li dijî cezayê darvekirinê were dayîn û hemû hêz û kom di vê mijarê de bibin yek, ev mijar ji bo gel bibe xaleke hevpar.”