Hemû diniya li hemberî komkujiyên gelê Efganistanê bêdengin
Deskeftên 20 salan ên hêzên emperyal Telîbanê îro ye ku Efganistan xistiye nav êşek mezin, dest dirêjî jin û zarokan dike, mêran jî di komkujiyan re derbas dike.
SARA URMIYA
Navenda Nûçeyan – Dinav çend hefteyên derbasbûyî de dubare bihêzbûna Talîban û komkujiyên gelê bê parastin ê Efganistan û nûçeyên ku li ser rafihandinê û torên civakî nîşan dide ku li vî welatî mafê mirovan bi temamî hatiye binpêkirin. Jin û zarok tên dîlgirtin û dikevin xefikên nêçîra Talîbanên dirinde. Ti tirsek ji çekdarên Talîbanan ji kuştin û destdirêjiyê nîne. Bê ku astengîyek derekve pêşiya wan, bajar bi bajar Efganistan xistin bin deshilatiya xwe. Ajansên nûçeyan ên jinan van rojan hewil dane êşa gelê Efganistanê biteyîsîne. Ji bo ku em bi kurahî felaket û komkujiyên van rojan li Efganistanê çêdibe bigihînin rayagiştî ajansa me bi çalakvana mafê mirovan Mehmude Efgan re gotubêjek kir. Di vê gotubêjê de Mehmude Efgan li ser rewşa van rojên Efganistanê û bi hatina ser deshilatê ya Talîban re rewşa jinan û giştî gelê Efganistanê axiviye.
Mehmûde Efgan li ser hevpeyîmana di navbera Emerîka û Talîbanan ku bi awayek veşartî pêkhatiye got: “Ev mijar ji bo hêzên demokratîk û gelê Efganistanê pir vekirîbû ku ev grupên çekdar bi rêya Emerîka ji bo gihîştina çavkaniyên gazê ku ji naverasta Asyayê digihe vî welatî, bûne deshilat ji ber ti astengî ji aliyê Emerîka ve li hemberî van dan û standinan dê tunebe. Emerîka di vê rewşa şer de sê hezar hêzên xwe ji bo kontrola Talîbanan şandiye Kabulê. Ji bo ku bi awayek ewlekarî bikare alîkariya dîplomatên xwe û endamên sefaretên xwe ji Efganistanê derxîne. Hal bike şandina vê hêzê tenê ji bo kontrola deshilatê û çêbûna dewleta demkî ya Talîbane.”
Mehmude Efgan li ser rewşa jinan a vê pêvajoya derbasbûyî dibêje: “Rewşa pir xemgîn mixabin hêviyên jinane. Ji ber Talîban 25 sal berê hakimê Efganistanê bû, ezmûnek a gel û jinên Efganistanê ya li ser vê grupa reş difikire heye. Ji ber wana tu caran ji bo jinan tu mafek nedane û mafê wan ê nîvco yê weke xwendin û perwerdê jî dê ji destê wan bigire.”
Mehmude Efgan pirsa me ya gelo heya niha hêzên navnetewî tu gavek ji bo dijberiya Talîbanan avêtine yan na di bersivîne û dibêje: “Rêxistinên navnetewî û meclisên ewlekariyê yên netewî di civînek a çêkiribûn di asta daxuyaniyê de daxwaza bi ewlebûna welatiyên Efganî kirin. Halbike ti ewlekariya canê welatiyan li hember vê hêza paşveru nîne. Tenê hêzên gel û beşek ji çalakvanên mafê mirov di van çend rojên dawiyê de li hemberî êrîşên Talîbanan bertek nîşandane û dest bi çalakiyên nerazîbûnê kirine.”
Mehmûde Efgan îşaret bi hêzên navnetewî û dewletên dinê jî dike û dibêje: “ewana ji bo gihiştina berjewendiyên xwe yên di herêmê de bes tenê temaşevanin û canê gelê wî welatî û cînayetên Talîban li ser jinan pêktîne tu giringiya xwe ji bo wan nîne. Di rewşek wiha de hefteya derbasbûyî bi hezaran kes bi destê çekdarên Talîbanan hatin kuştin û bi hezaran jî koçberî welatên dinê bûn û bi birçîbûn û nebûna cihê lê mayîn re ru bi ru man.
Di nav çend rojên dawî de nerazîbûnên zêde yên ji bo sekinandina êrîşên Talîbanan pêkhat. Mehmûde li ser çalakiya dema dawî li Berlînê pêkhat ku li hemberî grupa radîkal û rewşa jinên Efganistanê pêkhatî dibêje: “Meşa ku me roja înê lidarxist li dijî cînayetên Talîbanan û mudaxleya welatên derve yên weke Îran û Pakîstane ku du cîranên nebaşin ji bo Efganistanê. Di 40 salên derbasbûyî de ji bo bihêskirina radîkalîzim û terorîzmê rol lîstine.”
Mehmûde li ser armanca meşê ya ku gelek jin û ciwan beşdarbûne dide zanîn ku hedef ji vê nerazîbûnê gihandina dengê gelê mezlumê Efganistanê gihandina guhê diniyayê ye ku her kes bizane Efganistan qurbaniyê terorîzmê ye û wiha didomîne: “Dewletên ku temaşevanên kumkujiyên hemwelatiyên sivîl jin û zarokane bizanibin ku ew welat ji bo gihiştina berjewendiyên xwe şerê bi wekalet bi destê Talîbanan li herêmê gur kirine. Li hemberî komkujî û qurbaniya gelê Eftanistanê bêdengî hilbijartine.”