Hemşîre Shadila li Misirê 8 zarokên şîrmij ji mirinê xilas kir

Hemşîreya ku jiyana xwe avêt xeterê û 8 bebikên li ber şîr rizgar kir, diyar kir ku tişta kiriye erka wê ya mirovî bûye lewre ew li hemberî zarok û malbatên wan berpirsyar e.

 
Qahîre - Li Parêzgeha Qena ya Misrê ji ber teqîna rêktorê bebik bê oksîjen man lê hemşîreyek tevî bi xeter bû 8 zarokên şîrmij ji mirinê xilas kir. Li ser vî bingehî jî pêşengên malperên tora civakî daxwaza xelatkirina wê kirin. 
Hemşîreya bi navê Shadia Hussein a di navendek bijîjkî de dixebitî, 8 zarokên şîrmij ji ber kêmbûna oksîjenê li baxçeyek taybet ê parêzgeha Qena ya Misrê, ji mirinê xilas kir.
Tevî ku di encama kêmbûna oksîjenê di hundirê odeya danîngehê de bêhna wê teng bû jî israra wê ya rizgarkirina zarokan bihêztir bû.  
Di dema karê xwe yê asayî de roja qezaya, ji teqîna rêkxerê tora oksîjenê ya di hundirê danîngehê de matmayî ma. Ev jî  bû sedem ku oksîjen li ser  9 zarokên şîrmij qut bibe. Her çendî ku wê di encama kêmbûna oksîjenê de zehmetî kişand jî bi israr bû ku erka xwe bi cih bîne da ku zarok nekevin xeterê û wan rizgar bike. 
“Peywira min a mirovî bû”
Bi alîkariya hevkarên xwe yên jin û xortên wê deverê, Shadia Hussein karibû 8 zarokan ji mirinê xilas  bike û wan veguhezîne danîngehên nêzîk lê yek ji şîrmijan laşê wî qels bû û nikaribû kêmbûna oksîjenê tehemul bike, ji ber vê jiyana xwe ji dest da.  
Dema ku Shadia ji ewlehiya zarokan piştrast bû, rewşa wê xirab bû û li erdê ket xwarê. Piştî ku ew hişyar û rihet bû, wê ji hemû hevkar û malbata xwe spasî girt. Li ser bûyera qewimî got: "Tişta ku ez pê rabûm, erka min a mirovî û pîşeyî bû. Ez li hember zarok û malbatên wan berpirsyar im."
Di çarçoveya vê rizgarkirina qehreman de, pêşengên malperên tora civakî bang li rayedarên têkildar ên li Misrê kirin ku hemşîreyê ji bo keda wê xelat bikin.