“Hemleya me kur û berfirehe”
Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha xelîl eşkere kir ku pêvajoya duyemîn a hemleya “Dem dema azadiyê ye” berdewamiya pêvajoya yekemîn e ku gel pê rabûye û daxwaza azadiya Rêber Apo dike.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navdewletî hat girtin û teslîmî dewleta tirk kirin. Ji roja ku hatiye girtin ve heta roja îro di bin tecrîdeke girankirî de ye û her diçe ev tecrîd girantir dibe, ji hemû mafên xwe tê dûrxistin. Li hemberî vê yekê bertek û helwesteke tûj ji aliyê gel ve bi riya çalakiyên cuda tê nîşandan. Li ser vî esasî jî di 12’ê Îlona 2020’an de Hemleya “Dem dema azadiyê ye” dest pê kir ku peyama wê zelal û xuya bû medmûnê wê azadiya Rêber Apo û çareserkirina alozî û şerê bi qeyran e. Her wiha di 15’ê Mijdara 2021’ê de pêvajoya duyemîn a hemleya “Dem dema azadiyê ye” li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Der barê vê hemleyê de, Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl nirxandin kir.
Şaha qala hemleya daxwaza azadiya Rêber Apo kir û bi van gotinan dest pê kir: “Wateya hemleya me ya “Dem dema azadiyê ye” kûr e û bi dîrokê ve girêdayî ye. Sedsala ku em tê re derbas dibin, sedsaleke tijî biryar bû bi taybetî biryarên der heqê Kurdan de hatin stendin. Sedsala 21’ê sedsala tunebûn, perçebûn û îmhakirina çanda Kurdan bû ku dewletên hegomonîk bi tevahî dixwestin me tune bikin. Bi dehan partî û tevgerên Kurdî hebûn lê belê avakirina Tevgera Azadiyê ji bo me şansek e. Projeya ku em îro pê bang dikin projeya Neteweya Demokratîk û li ser vî esasî Tevgera Azadiyê kar û xebat dike ji bo hemû gelan.”
“Dem dema azadiyê ye”
Şaha da zanîn ku êdî bûye dema azadiya Rêber Apo û hemû gelan û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Me dest bi pergala “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” kir. Îro hemû dewlet dixwazin fikrên Rêber Apo di pergala xwe de bimeşînin, ji bo wê em dibêjin ku ramanên Rêber Apo azad in. Dibe ku şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn çend salekê berdewam kiribe lê îro şerê sarê ku diqewime li Rojava bi taybetî, şerê sêyemîn e. Bêguman di vî şerî de hêzên cîhanî hatin şikandin, şerê me ne tenê li hemberî terora DAIŞ’ê yan jî komên çeteyan e li hemberî cîhanêl bi tevahî em têdikoşin û ji bo wê jî em dibêjin dema dema azadiyê ye. Dîrok dê were nivîsandin li ser berxwedan û tekoşîna şervan, siyasetmedar, rêxistin û hemû gelê me. Êdî dem bûye dema azadiya hemû pêkhateyên ku li Rojava dijîn. Pêwîstî bi hemleyeke wiha hebû ji ber ku ev zêdetirî 20 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de ye û ji hemû mafên xwe yên hevdîtina bi malbat û parêzeran bêpar e.”
“Ji bêdengiya cîhanê re êdî bes e”
Şaha ji bo bêdengiya dewletan got ku êdî bes e û wiha berdewam kir: “Hemleya me diyar bû û me peyamên xwe gihandin Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan bi taybetî li Qamişloyê. Me dest bi hemleyê kir û dîsa jî ne dewlet û ne ragihandinên li cîhanê dengê xwe nekir. Hemleya “Dem dema zadiyê ye” bi riya gel li seranserî Rojava bi çalakiyên xwe dihat lidarxistin bi riya meş, konvedan, semîner û bi gelek rengên din ku her kes daxwaza azadiya serokê xwe dike û banga dem dema azadiyê dike. Ne tenê Rêber Apo di zindanê de ye, bi hezaran însan di zindanên dewleta tirk de ne heta roja îro. Bi sedan însan ketine greva birçîbûne û tên îşkencekirin û şehîdxistin û li hemberî vê yekê jî cîhan bêdeng e.”
“Bi destên hemû dewletan komplo pêk hat”
Şaha bal kişand ser hevalbendiya gelek dewletên cîhanê di pêkanîna komploya li ser Rêber Apo de û wiha pêde çû: “Derketina Rêber Apo ji Sûriyeyê û banga dewletan jê re, ji nasnameya siyasî bigre heya ewlehiya ku dê jê re bihata dayîn, hemû aliyên komployê bûn û bi destên hemû dewletên cîhanê komplo li ser Rêber Apo pêk hat û wî teslîmî dewleta tirk kirin. Dewlet nikarin zextê li dewleta tirk bikin ji ber ku destên wan hemûyan di vê lîstikê de heye. Dixwazin felsefe û ramanên Rêber Apo ji gel qut bikin û şoreşa Rojava têk bibin.
“Bê dem û dor hemleya me dê berdewam bike”
Şaha teqez kir ku hemleya wan bê dem û dor dê berdewam bike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hemleya me ya duyemîn ku di roja 15’ê Mijdara 2021’ê de li Rojavayê Kurdistanê hat îlankirin berdewamiya hemleya me ya yekemîn e. Fikrên wî azad in û her deqe bi me re dijîn. hemleya me bê dem û bê dor dê berdewam bike heta azadiya Rêber Apo. Em hem ji bo rakirina tecrîda girankirî, hem jî ji bo şoreşa Rojava têdikoşin heta em bigihîjin azadiya xwe bi Kurd, Ereb, Xirîstiyan û Suryaniyên xwe berdewam bikin di hemû milan de.”