Hem ji ber negihîştinê hem jî ji ber bêbaweriyê li Kurdistanê derzîkirin kêm e

Li gorî agahiyên platforma agahdarkiririna Covîd-19 ya Rêveberiya Tendirustiyê; hejmara şêniyên ku werin derzîkirin hatiye diyarkirin. Bajarên ku herî kêm derzîkirina ji bo Covîd-19 li wan hatiye kirin Şirnex, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrdîn in. Hevseroka şaxa Mêrdînê ya SES’ê Şukran Guzel li ser vê yekê got ku hem ji ber gel nikare xwe bigihîjîne xizmeta tendirustiyê, hem jî bêbaweriya li hemberî pergalê derzîkirin kêm e.

Li gorî agahiyên platforma agahdarkiririna Covîd-19 ya Rêveberiya Tendirustiyê; hejmara şêniyên  ku werin derzîkirin hatiye diyarkirin. Bajarên ku herî kêm derzîkirina ji bo Covîd-19 li wan hatiye kirin Şirnex, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrdîn in. Hevseroka şaxa Mêrdînê ya SES’ê Şukran Guzel li ser vê yekê got ku hem ji ber gel nikare xwe bigihîjîne xizmeta tendirustiyê, hem jî bêbaweriya li hemberî pergalê derzîkirin kêm e. 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdîn - Li gorî agahiyên der barê derzîkirina Covîd-19 de Platforma Agahdarkirina Rêveberiya Tendirustiyê, di 6’ê Gulanê saet ji 22:35’an pê ve li tevahî welat 14 milyon û 437 hezar doza yekem, 10 milyon û 129 hezar û 648 kesan re jî doza duyem heta niha bi giştî 24 milyon 567 hezar û 202 derzikirinên Covid-19 hatine kirin. Bajarên ku herî zêde doza yekem a derzîkirinê li wan hatine kirin û rêjeya herî zêde, li bajarên wekî Edîrne, Çanakkale, Balikesîr, Sînop û Mugla ne. Li gorî rêjeya şêniyên wan, bajarên ku herî kêm li wan derzîkirin kêm e, Şirnex, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrdîn in.
Hevseroka şaxa Mêrdînê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Şukran Guzel, li ser encamên ku gihîştinê, tedbîrên ku tên girtin û rêjeya derzîkirinê şîrove kir û da zanîn ku sedemên kêmbûna derzîkirinê li bajarên Kurdan ji ber bêbaweriya li hemberî pergalê ye û bal kişand ser ku ji derveyî bêbaweriyê, nebûna xizmeta bi zimanê dayikê û hinek faktorên din jî bandorê li ser vê yekê dikin. 
“Pêvajo rast nehat birêvebirin”
Şukran Guzel dide diyarkirin ku ji dema pandemî dest pê kiriye, ji Adara 2020’an heta niha rêveberiya şewbê bi awayek zelal agahdarî nedaye û pêvajo baş nehatiye birêvebirin û wiha got: “Ji ber agahî û dane bi awayek vekirî û rast ji gel re nehatin ragihandin, ev bu sedem ku li hemberî vê pêvajoyê bêbaweriyek derbikeve holê. Der barê derzîkirinê de mixabin hê jî ev bêbawerî didome. Di pêvajoya destpêkê ya derzîkirinê de ji hevnegirtina gotinên rayedaran bigre, heta guhertin û di heman demê de bi gotinên zimanê cihêkarî ji bo avabûna vê bêbaweriyê zemînek ava kirine.” 
“Gel bi hêsanî ji xizmetên tendirustiyê sûdê nagire”
Şukran Guzel balê dikşîne ser ku li herêmê kêmbûna rêjeya derzîkirinê ji ber gelek sedeman e û wiha domand: “Der barê derzîkirinê de rayader ji bo gel teşwîqê derzîkirinê bikin, tu xebatê nekirin. Li aliyê din, ji ber ku li herêmê xizmetên tendirustiyê bi zimanê dayikê nîn e gel nikare jê sûdê bigre û ev yek li pêş xizmetên tendirustiyê dibe astengî. Ji bo derzîkirinê pergala randevuyê jî dibe asteng. Dema em mafê derzîkirinê li gorî temen û herî zêde yên temenê wan mezin bigrin ber çavan, em ê bibînin ku girtina rendevuyan rêjeya derzîkirinê kêm dike.”
Şukran Guzel herî dawî bi bîr dixe ku li gorî bajarên li herêmê diviyabû heta niha, hejmara bûyer, mirin û derzîkirinê li gorî temanê kesan bihata belavkirin da ku mirov bûbûna xwedî agahiyên  tendirustir û li gorî encaman tedbîrên ku bihatana girtin wê hêjatir bûna.