Helena Makedonî: Divê dinya jî piştgirî bide gelê Rojava
Ji Makedonyayê Helen Gorik, ji bo jinên Rojava peyamek weşand û piştgiriya xwe anî ziman. Helen Şoreşa Rojava wek ronahiya hêviyê, ezmûneke şoreşgerî ya demokrasiyê, xweserî û azadiyê binav kir.
HÊLÎN XWEBÛN
Makedonya – Ji 8’ê Kanûnê roja hilweşîna rejîma Esad heta niha jinên ku ji Şehba û Til Rifatê koçber bûn, rastî gelek binpêkirinan hatin. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk, hewl didin ku di serî de jinan bêzar bikin. Lê berxwedana jinan a li hember van êrîşan jî, berdewam dike. Ji çar aliyê dinyayê dengê bihîstyariya jinan bilind dibe. Helen Gorik jî, ji Makedanyoyê peyamek şand û piştgiriya xwe ya bi van jinên berxwedêr re anî ziman.
Helen Gorik destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di cîhaneke ku sîstemên desthilatdariyê yên mêtinger ava kirine de wek ronahiya hêviyê, ezmûneke şoreşgerî ya demokrasî, xweserî û azadiyê ye. Helen wiha got: “Rojava mînakeke ronî ya birêxistinkirina bingehîn e ku civak ji bo redkirina Netew-Dewlet, kapîtalîzm û baviksalarî tên cem hev. Berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelên Sûriyê û tevgera Kurd, ji bo hemû gelên bindest ên li her derê dinyayê xwedî wateyeke mezin e. Şervan û sivîlên leheng ên Kobanê li dijî DAIŞ’ê derketin. Hêza yekîtiyê nîşan dan. Kobanê bû sembola berxwedanê ya li dijî mêtingerî û tundrewiyê. Ev ne tenê serkeftineke leşkerî, serketina ruh bû jî. Ji bo cîhanek çêtir, dîtinek şoreşgerî bû. Piştgiriya navneteweyî ya di berxwedana Kobanê de, di serketina Kobanê de rolek girîng lîst.”
Dema gelên bindest rabin, divê dinya jî bi wan re be
Helen balkişand ser girîngiya piştgiriya dinyayê ya ji bo gelên ku li hember zilmê têdikoşin û wiha got: “Dema gelên bindest rabin, divê dinya jî bi wan re be. Niha ji her demê bêtir divê em piştgiriya xwe ya ji bo Şoreşa Rojava dubare bikin. Dijminên Rojava, dewlet û împaratorî ji vê feraseta azadiyê ditirsin. Ji hêza jinê û ji holê rakirina hiyerarşiyan ditirsin. Sîstem ji ber ku bingehên mêtingeriya kapîtalîst tehdît dike êrîşî Rojava dike. Tevî van êrîşan jî divê ruhê berxwedanê bi hêz bimîne.”
‘Em ê tu car fedekariyên we ji bîr nekin’
Helen ragihand ku ew ê jinên enternasyonalîst piştevaniya xwe ya bi gelê Rojava re bidomînin û wiha got: “Em bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de ne! Berî her tiştî hûn ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin. Ji ber vê yekê ev ne tenê şerê we ye, şerê me hemûyan e. Şoreşa we Şoreşa me ye. Em Kobanê ji bîr nakin. Em ê tu carî fedekariyên we ji bîr nekin. Têkoşîna azadiyê, gerdûnî ye. Wêrekî û hevgirtin, heta rizgariyê. Jin, Jiyan, Azadî.”