Helbestvana Îranî Rojîn Hebîbî: Em bi pênûsa xwe têdikoşin

Helbestvan û nivîskar Rojîn Hebîbî, diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin li dijî astengiyên di qada hunerê de têdikoşin û got: “Çeka nivîskar pênûs e, em bi pênûsa xwe têdikoşin.”

LARA GEWHERÎ

Mahabad – Helbestvan û nivîskar Rojîn Hebîbî ya 60 salî ku li Rojhilatê Kurdistanê bi helbestên xwe tê nasîn, 35 sal in mamoste ye û heta niha gelek pirtûkên wê yên helbestan bi zimanê Kurdî hatine çapkirin. Rojîn Hebîbî li ser astengiyên ku di qada hunerê de derketine pêşiya wê axivî.

‘Dayika min bêyî agahiya bavê min jê hebe ez şandim dibistanê’

Rojîn Hebîbî diyar kir ku wê jiyana xwe nivîsandina helbest û nivîsan, perwerde û çîrokên zarokan derbas kiriye û bi van gotinan behsa zehmetiyên ku dîtine kir: “Ji zarokatiya xwe ve ez di warê neteweyî de têkoşiyam. Bavê min destûr nedida ez û xwişka xwe biçin dibistanê lê dayika min bêyî agahiya wî jê hebe me dişand dibistanê. Bavê min heta pola pêncan nizanibû em dixwînin. Min zû dest bi dibistanê kir û rojekê dema min pirtûk dixwend bavê min ferq kir, ji odeyê derket û ji wê rojê û pê ve nebû asteng li pêşiya xwendina me.”

‘Mamosteyê min got ku jin nikarin helbestan binivîsînin’

Rojîn Hebîbî da zanîn ku helbestên nivîsandine nîşanî mamosteyê xwe daye û wiha got: “Dema min nîşanî wî da, bi dengê bilind got ku jin nikarin helbestan binivîsînin divê ji xwe re yekî bibînin bizewicin û li malê bimînin. Cara yekem bû min helbestên xwe nîşanî yekê dida û berteka wî gelek hişk bû, ez êdî nikaribûm binivîsînim lê eleqeya min a ji bo wêjeyê salên dirêj di ruhê min de ma. Hemû helbestên ku min nivîsandibûn di lênûsan de bûn.”

Di warê hunerê de jin bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin’

Rojîn Hebîbî bal kişand ku zîhniyeta çanda serdest, di warê hunerê de gelek zehmetiyan derdixe pêşiya jinan û wiha domand: “Zîhniyeta baviksalar, her dem jinan biçûk dibîne û hewl dide wan ji mêran qelstir nîşan bide. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê civak destûr nade ku jin li warên civakî rûnin. Dema ku jinek di helbestek de behsa mêrek bike ev yek jî nayê pejirandin û tê gotin ku mafê wê tune ye bi helbestê hestên xwe vebêje. Ji ber vê yekê jinên ku bala wan ji wêjeyê re heye gelek caran bi awayê veşarî dinivîsînin. Nahêlin ku jin beşdarî xebatên wêjeyî yên civakî bibin û bixwînin. Hinek weşanger jî ji jinên ku pirtûkên xwe didin çapkirin zêdetir pere digrin.”

‘Ez bi her kesê re hevrû bûm’

Rojîn Hebîbî got ku ew bi dayik, bav, bira, hevjîn û dûre jî di nava civakê de bi gelek kesan re hevrû bûye û da zanîn ku ew yekem jin e di fîlma bi navê “Li bajarê min” de rol girtiye. Rojîn Hebîbî bal kişand ku ew hewl dide nêrîna civakê ya ji bo jin û zarokên keç biguherîne û wiha got: “Ez rastî gelek astengiyan hatim lê min destûr neda ev yek min bidin sekinandin. Min gelek jinan hînî xwendin û nivîsandinê kir, ji bo pêşerojê wan perwerde kir. Min komeke jinan ava kir û ji bo berhemên nivîskarên jin werin çapkirin, me derfet afirand, ji bo jin di warê wêjeyê de bixebitin min desteka madî da. Çeka nivîskar pênûs e, em bi pênûsa xwe têdikoşin, hestên xwe der dikin.”

‘Serhildana Jîna Emînî di her warî de bandorê çêkir’

Rojîn Hebîbî li ser serhildana li Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, wiha got: “Serhildana ku ji bo Jîna Emînî dest pê kir di serî de warê hunerê, li ser her tiştî bandor çêkir. Jinên nivîskar û helbestvan, bi guherînên civakî re bûn yek û nîşan dan ku ev guherîn ne tenê di warê hunerê de, di hemû warên têkiliyên civakê yên bi jinan re pêk hatiye. Mînak di warê hunerê de nêrîna li jinan guherî. Ev serhildan ji bo civaka baviksalar a li Îranê bû derbeyek. Em bûn şahid ku bi vê serhildanê re dengê jinan bilind bû, hêvî û daxwazên xwe bi tirs û fikar anîn ziman.”