Helbestkar Sara Motaghi hat girtin
Helbestvan û aktîvîst Sara Motaghî ku li Îranê hatibû binçavkirin, bi hinceta heqaret li nirxên Îslamî kiriye hat girtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230304-20230304-sair-sara-motaghi-tutukland-jpg9bc641-image-jpg584b05-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Serhildanên gel ên piştî kuştina Jîna Êmînî li Îranê dest pê kiribûn, berdewa dike. Hat ragihandin ku helbestvan û çalakvan Sara Moteghî 2 roj berê bi tohmeta “heqareta li nirxên îslamî” hatiye binçavkirin.
Hat ragihandin ku Sara Motaghi piştî 2 roj binçavkirinê hat girtin û şandin Girtîgeha Lakanê.