Helbestkar Sara Motaghi hat girtin

Helbestvan û aktîvîst Sara Motaghî ku li Îranê hatibû binçavkirin, bi hinceta heqaret li nirxên Îslamî kiriye hat girtin.

Navenda Nûçeyan - Serhildanên gel ên piştî kuştina Jîna Êmînî li Îranê dest pê kiribûn, berdewa dike. Hat ragihandin ku helbestvan û çalakvan Sara Moteghî 2 roj berê bi tohmeta “heqareta li nirxên îslamî” hatiye binçavkirin. 

Hat ragihandin ku Sara Motaghi piştî 2 roj binçavkirinê hat girtin û şandin Girtîgeha Lakanê.