Helbestek ji lênûsa Nagîhan Akarsel: Ger

Ji lênûsa Nagîhan Akarsel a tekoşer, şoreşger û Endama Akademiya Jineolojiyê ku ji aliyê dijminên jinan ve hat hedefgirtin helbesta bi navê ‘Ger’ em bi we re parve dikin.

Navenda Nûçeyan – Endama Akademiya Jineolojiyê û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrîşek çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Nagîhan Akarsel a bû şopdara birdozî û rizgariya jin a ‘Jin Jiyan Azadî’ û li pêy xwe ji bo jinan têkoşînekê bê hempa hişt, bi nivîs û helbetsên ku nivisand jî riya têkoşînê ya jinan ronî kir. Helbesta Nagîhan Akarsel a bi navê ‘Ger’ em bi we re parve dikin.

Ger li rûyê erdê li cihekî

Rengê asîman xumam bûbe

Bizanibe ku li wê derê hinek kes bi rondikên çavan

Bi êşan

bi sebrê li ber xwe didin.

ya ku tenê dihêle

agirê evînê yê li dû çûyiyan havên negirtiye

jana ku ketiye nava dilê bi milyonan

Di dilê nazik û nazenîn de kemîna li pêş hemû xweşikiyan

Bi bêhna sêvê li ber deriyê xewnên bêdawî cemidî

Welatekî ku rûyê xwe

Di birîna ku xwîn jê tê û bedena ku bê bêhn maye dide li wê derê ye

Û ya ku ji Deriyê Sîm hêdî hêdî diherike dilan

Li Êzidxanê şahidiya hevdîtina Leyla û Mecûn dike

Bêriya ku xwe bi hêrsa Edûlê xemilandiye ye

An jî zanebûna ku bi baweriya Besê dizane

Her kevireke Dêrsimê helbestek e

Li Şengalê di nava ziyaretên ku girêdayî kevira teberek a bi pîrozbûnê tê parastin

Di nava ziyaretan de di mekanê marê reş de cihê ku secde lê tê kirin

Belê ne tenê li cihê razên cîhanê li cihê ku razên gerdûnê diparêze

Du stêrk xuricîn ji cîhanê

Ji Çilmêran heta Çilxanê ji wê derê heta Dêrsimê

Dibe ku ber bi Çilkaniyê ve ketibin rêwîtiyê

Sekneke wan a mexrûr tunebû

Dilnizmiya Deriyê Sîm û Şengalê di sekna wan de xuya bû

Di rûyê wan de kenîneke şermok

Dema ku bi destên gerîlayên serdemê digirtin

Bi heyecana zarokeke bextewar

Cîhan bêdeng dima ji sekna wan re

Qet ne hewce ye mirov biçe dûr

Ger di rûpelê de bisekinin

Li çavên wan binêrin

Dê bibînin ku hemû xweşikbûnên cîhanê di çavên wan de dibiriqin

Dê dengê hechecikên ku li ser porê wan ê spî dixwînin bibihîsin

Dê dûrbûna di navbera dil û mêjiyê wan de biqede

Ger li çavên van her du mêrên bedew ên cîhanê binêrin

Dê bibînin ku çawa mêrîtiyê kuştine.