Hejmara zarokên li Idlibê dixebitin zêde dibe!
Şer û koçberî û xizanî herî zêde bandorê li zarokan dike. Zarokên ku ji bo debara malbatên xwe neçar dimînin li Idlibê bixebitin di bin giraniya erkên xwe de gelek travmayan derbas dikin.

HEDIL EL-OMER
Idlib – Şer weke diyardeyeke ku hegemonên emperyalîst ji bo parvekirin, hêz û serweriya xwe bidomînin bi rêbazên pir cuda berdewam dike. Pêvajoyên şer bi xwe re xwîn, hêsir, mirin, îstîsmar û dagirkeriyê tîne, ji ber koçberiya bi darê zorê mirov ji cih û warên xwe dibin û koçber dibin. Bi şeran re nasnameyên erdnîgariyan diguherin, malbat parçe dibin. Herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Bajarê Idlibê jî di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên paramîlîter de ye. Zarokên li vir dijîn divê biçin dibistanê, ji ber wêraniya şer û feqîriyê jî neçar dimînin bixebitin.
Ji ber pêdiviyê xwendinê nikare biçe dibistanê
Mihemed El-Elî yê 11 salî, li bazar û taxên Idlibê kar dike, ew pretzel li ser basta difroşe; piştî bombebaran bajarê wî bavê wî Maarat El-Numan sala 2019’an de du lingê xwe de asteng dibe, Mihemed El-Elî ji bo xwedî kirina malbata xwe neçar dimîne kar bike. Dema derbasî bajarê Idlibê bûn, ji ber ku pêdiviyên xwendinê li gel wî nînin ew nikare dibistanê, tevî ku pêwîstiya wî bi kar heye daku alîkariya malbata xwe bike jî ger kar neke wê rewşa malbata wê xeraptir bibe.
Pişti mirina bawê xwe debara malbata xwe dike
Kermo El-Bastrcî ya 12 salî, biskivît, benîşt û şêraniyê difroşe; di kampên penaberiyê de alîkariya dê, xwişk û birayên xwe dike.
Kermo dibêje ku piştî mirina bavê xwe ku bi salan di girtîgehê de bû, tenê serê xwe malbata xwe xwedî dike her qurşekî firotinê kom dike. Sermaya karê xwe û zêdebûna firotinê jî dide dayîka xwe ku ji bo pêdiviyên wan bikre.
‘Em neçarin zarokên xwe bişînin kar’
Dayika Kermo El-Bastrcî, Sefîa El-Ferhod dibêje ew ji ber belengaziya xwe ya di nava rewşa penabertiyê û bihabûna her tiştî de neçare lawê xwe bişîne kar û wiha dibêje: “Ez pir xemgînim ku lawê min ji dibistanê qutbûye, dema ku hemû malbatên cîhanê mijûlin çawa mejiyên zarokên xwe tijî zanînên cuda û teknîk û fêrkirina ziman in bikin, em penaberên Idlibê neçarin ji bo di nava dijwariya jiyanê de pêwîstiyên bingehîn yên malbata xwe pêkbînin, zarokên xwe bişînin kar.”
‘Şer û koçberî di zarokan de travma ava dike’
Pispora civakî Ruqeya El-Omer derbarê sedemên bingehîn yên karkirina zarokan û bandora xwe derûnî û civakî de, wiha dibêje: “Rewşa aborî li pêşiya penaberan pirsgirêka herî mezin e. Ji ber xizaniyê malbat neçar dibînin zarokên xwe dixin nav bazaran. Qutbûna ji dibistanan sedemên malbatî, civakî û siyasî ji ber bombebaranan penabertiya gelek caran bandorê li ser derûniya zarokan dike. Belengazî û pêdiviyên madî sedemên sereke ne.
Ruqeya El-Omer dibêje dema ku tu civaka îdlibê meyze diki edî kar kirina zarokan pir asayî bûye. Ruqeya El-Omer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev zarok li pêşiya basan dibin baranê û di nav sermayê de debara xwe dikin û wiha got: “Ew zarok ji ber ku ji malbatên xwe her dûrin û rastî gelek metirsiyan tên, rêzgirtina xwe ji xwe re û girêdana xwe malbatî û pêjirandina kesên dîtir jî winda dikin. Wek qezayên trafîkê û di riyan û bazaran de rastî tundtujiyê tên.