Hejmara Sûdaniyên koçî Lîbyayê kirin 100 hezarî derbas kir

Daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) nîşan dide ku hejmara penaberên Sûdanê yên tên Lîbyayê her ku diçe zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Şer û pevçûnên  di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê didome. Bi destpêkirina şer heya niha zêdetirî 10 milyon Sûdanî ji malên xwe bûn, 2.2 milyon kes welat terikandin û 7.8 milyon kes jî di nav welat de ji cih û warên xwe bûn.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi daxuyaniya xwe ya 14’ê Cotmehê destnîşan kir ku hejmara kesên ku bi destpêkirina şer koçî Lîbyayê bûne bûye 100 hezar û 200. Her wiha hat gotin ku zêdebûna rêjeya koçberiyê krîza mirovî kûrtir dike.

UNHCR ragihand ku rewşa koçberên Sûdanî yên li Lîbyayê derfetên tendirûstiyê jî di nav de alîkariyên lezgîn hewce dike û got ku ji ber zexta zêde ya li ser binesaziyê xeteriya belavbûna nexweşiyaan û şewban heye.