Hejmara rojnamegerên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 160

Li Xezaya ku êrişên Îsraîlê lê didomin, rojnamegerekî din jiyana xwe ji dest da. Hejmara rojnamegerên ku ji destpêka êrişên li ser Xezayê ve heta niha jiyana xwe ji dest dane bû 160.

Navenda Nûçeyan - Hejmara rojnamegerên ku di êrişên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’an de li dijî Xezayê dabû destpêkirin de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê ya li Xezayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Midûrê Bernameya Radyoya Savt El-Eqsa rojnamevan Mihemed Abdullah Mişmiş jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara rojnamegerên ku ji destpêka êrişên li dijî Zîvala Xezayê ve didomin, heta niha jiyana xwe ji dest dane bûye 160 lê tu agahî nehat dayîn ku Mihemed Abdullah Mişmiş di kîjan êrişê de jiyana xwe ji dest daye