Hejmara kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dan bû 458
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku hejmara qurbaniyên di serhildanên ku ji meha Îlona borî ve dest pê kirine, gihîştiye 458 kesan.

Navenda Nûçeyan - Di sêyemîn roja grevê de gel, li dehan bajaran daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin û hêzên ewlehiyê jî gule li xwepêşanderan reşandin, hejmarek ji wan revandin.
Welatiyan li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin û hêzên ewlehiyê rasterast gule li welatiyan reşandin, di encamê de xortekî jiyana xwe ji dest da.
Di di navbera kesên hatine qetilkirin de 63 zarok û 29 jin hene
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji destpêka şoreşa ve heta niha 458 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û di navbera wan de 63 zarok û 29 jin hene.
Rejîma Îranê cezayê îdamê li 5 kesên ku vê dawiyê hatine girtin birî û hejmara kesên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin gihîştiye 11 kesan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê îdamkirina girtiyan weke binpêkirina pîvanên mafên mirovan dibîne û daxwaz ji civaka navdewletî dike ku bertekeke tund li hemberî van cezayan nîşan bide.