Hejmara nû ya Rojnama Newaya Jin derket
Hejmara nû ya Rojnameya Jinê Newaya Jin bi manşeta "Em li ser şopa eslê dayikê ne" hat weşandin.
Navenda Nûçeyan - Rojnameya Jinê Newaya Jin bi hejmara 192'an bi manşeta "Em li ser şopa eslê dayikê ne" hat weşandin. Rojname ya ku ji 4’ê Nîsana 2005’an ve weşanê dike û her meh bi rojevên nû digihe xwendekarên xwe di hejmara xwe ya nû de jî giraniyê dide ser têkoşîn û destketiyên jinê yên sala 2020'î û nirxandinên 8’ê Adarê.
Rojnamevan û aktîvîsta jinê Songul Omurcan bal kişand ser êrişên zîhniyeta baviksalarî ya li dijî jinê û tespîta wê yekê kir ku eslê dayikê eslekî dîrokî ye ku ji jinê debasî nava civakê bûye.
Azadiya jinê û civakîbûna bêdewlet
Nazan Ustundag 8'ê Adarê yên salên dawî şîrove kir û diyar kir, her ku jinên mafê bûyînê yê jinê diparêzin bêhtir bi rêxistin dikin, têkiliya navbera azadiya jinê û civakîbûna bêdewlet hîn bi xurtî tê danîn.
Roza Metîna jî dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û li ser hêvî, bendewarî û daxwazên jinan ên ji rojê nivîsî.
Di hejmara 192'an de nameyên aktîvîstên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê dîlgirtî ne, yên li ser 8'ê Adarê hatin weşandin.
Di rûpela forûmê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî salên 2000'î ya li ser têkoşîna jinê hate weşandin. Di gotarê de ev gotina Ocalan hate bibîrxistin, "Ez bi azadî û rûmeta jinê bawer dikim, heta dawiyê parêzvanê vê yekê me!" û ev tespît hate kirin, "Di salên 2000'î de ji biharbûn û gulbişkivîna jinê ya ji bo azadiyê re dibêjim hezar silav. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, nêrîna min a li jinê ev e."
Dîlan Bozgan jî li ser Wezareta "Çandan, Bêmêtingerî û Bêbaviksalariyê" nivîsî ku li Bolîvya ya Pirneteweyî di 20'ê Mijdara 2020'î de hate avakirin.
Zerya Gul jî di rêzenivîsa xwe ya li ser "Baviksalariya li ser polîtîkayên zayendîperestiya jinê hatiye avakirin" di beşa xwe ya vê mehê de şikestina zayendî ya di mîtolojiyê de nirxand.
'Tevnên xweparastinê'
Rojnamevan Gulistan Çiya Îke jî êrişa dagirkeriyê ya 10'ê Sibatê ya li ser Garê û encamên wê analîz kir. Her wiha rola gerîlayên YJA Starê ya di şerê xweparastinê de bi bîr xist. Îke diyar kir ku jin li ber dagirkeriyê radibin û destnîşan kir, pêwîstiya jinan bi wê yekê heye ku li her qada jiyanê tevnên xweparastinê bihûnin.
Eko feminîzm
Rojnamevan Guler Yildiz jî bi Hevberdevka Yekîtiya Ekolojiyê Suheyla Dogan re li ser "ekofemînîzmê" hevpeyvîn kir. Di hevpeyvînê de hate destnîşankirin ku cîhan wê bi destê ekofemînîstan bê rizgarkirin.
Rêwîtiya stranbêja Hollandî Nadîa Vîsser a ber bi Kurdistanê di hejmara nû de hate weşandin. Vîsser bersiv da pirsên Roştiyam Mûnzûr û anî ziman ku piştî Kurd û muzîka Kirmanckî nas kir, perspektîfa wê ya li jiyanê guherî.
Dengbêjên Radyoya Êrîvanê
Di hejmara Adarê de dengê dengbêjên jin ên li radyoya Erîvanê ji pênûsa muzîsyena Kurd Bermal Çem hate vegotin. Her wiha bi xêzikên gerîla Besê û pênûsa Gulan Avrêl hate ragihandin.
Di beşa Jineolojiyê de jî vê mehê detayên li ser karên jineolojiyê yên li Başûrê Kurdistanê hatin weşandin.
Biyografiya aktîvîsta têkoşîna jinê Cennet Bal Tûnç ku 10'ê Çileyê li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da, şervana Îranî Gerdaferîd û nivîskara femînîst, wênevan, muzîsyena Awûstûryayî Rosa Mayreder di hejmara 192'an a Newaya Jin de hatin weşandin.
Eylem Xelîkan têkildarî Dîlan Aslan (Dilpak Evîndar) nivîseke bîranînê nivîsî, ku Dîlan Aslan 14'ê Hezîrana 2017'an li Zagrosê di şer û bombardûmanê de şehîd bû.