Hejmara nû ya Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Di sala 5'emîn de qeyûm: Astengiyeke li pêşberî têkoşîna jinê" derket pêş xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Di sala 5'emîn de qeyûm: Astengiyeke li pêşberî têkoşîna jinê" hat weşandin. Pêveka Jinê di hejmara 22’an de li ser binpêkirina mafên jinan a di sala 5'emîn a qeyûman de û polîtîkayên qeyûman hat sekinandin. 
Hinek ji mijarên sereke yên Pêvaka Jinê de wihane; Hacer Ozdemir balê dikşîne ser 2'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û piştevaniya bi jinên Efganîstanî re. Zeynep Altinkaynak jî bala xwendevanan dibe ser bandora şer û xizaniyê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê ya li ser jinan. Ayşe Duzkan di nivîsa xwe de behsa darbeya 12'ê Îlonê û têkoşîna jinê ya piştî darbeyê dike. Jessica Abrahams di wergera xwe de balê dikşîne ser bûyerên piştî dagirkirina Efganîstanê ya ji aliyê Emerîqayê ve pêş ketin û girîngiya polîtîkaya li derve ya femînîst a piştî dagirkirina Efganîstanê ya ji aliyê Emerîqayê ve.