Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara 165’an a Kovara Jinê bi berga “1’ê Gulanê: Têkoşîna Bêdawî” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 165’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga “1’ê Gulanê: Têkoşîna Bêdawî” derket. Di vê hejmarê de kovarê bal kişandiye ser 1’ê Gulanê. 

Hemû sernavên di hejmara nû de ev in: 

*Ji bo maf û jiyanê ber bi 1’ê Gulanê ve / Sevtap Akdag 

*Tengijîna di nava heman rojê de: Keda jinê, krîz û têkoşîna bêdawî / Sakîne Esen Yilmaz 

*Keda aştiyê ya jinan / Esra Kahraman

*Gundê jinan: Jinwar - Werger / Internationalist Commune

*Baviksalariyê nivîsbarî nûvejen kir: Metakirina êşê û qirkirina jinê ya dîjîtal / Ezgî Sila Demîr