Hêjmara nû ya Kovara Jin derket

Kovara Jin hêjmara xwe ya 48’an bi bergê “Bajarê bi berxwedana jinan hat rizgarkirin: Kobanê” derket.

Navenda Nûçeyan - Hêjmara 48’an a Kovara Jin ku her hefte bi xwînerên xwe re dicive, bi bergê “Bajarê bi berxwedana jinan hat rizgarkirin: Kobanê” derket. Kovarê piştî berxwedana 134 rojan, rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞ’ê bi hevpeyvîn û gotaran nirxand.

Gotar û hevpeyvînên di hêjmara nû de wiha ne:

* Hevpeyvîn bi rojnamevan Stêrk Gulo re / Dîren Engîzek

* Hevpeyvîn bi Rojnamevan Şehrîban Aslan û Rojnamevan Nûrcan Yalçin re / Bêrîtan Canozer

* Hevrîn Xelef û rihê neteweya demokratîk / Azîze Aslan - Werger: Koma Kovara Jin

* Rêveberiyeke herêmî ya çawa, jiyanek çawa? / Halîde Turkoğlû

* Hevpeyvîn bi Îlkay Demîr re / Aysel Işik

* Wekheviya balkêş a jinên di girtîgehê de / Ezgî Sila Demîr

* Duh, îro û sibê / Oya Açan