Hejmara 51'emîn a Kovara Jin derket

Kovara Jin bi Hejmara 51’emîn bi sernavê ‘Ziwan, Ziman, Zimanê Zikmankî’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte tê weşandin vê hefteyê bi berga ‘Ziwan, Ziman, Zimanê Zikmankî’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de bal hat kişandin ser qedexeyên li dijî Kurdî di her qadê de û bi taybetî binpêkirinên ku jin rastî wan tên.

Roza Metîna bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Tevî hemû zextan jiyana Kurdî’  bale dikşîne ku tevî hemû zextên li ser Kurdî, ziman çawa hebûna xwe bi îsrar didomîne.

Perîşan Akan bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Agirê Kamber Çawanî?’ Balê dikşîne ku ger mirov ji zimanê dayikê were qutkirin, bi tenê dimîne, ev yek jî roj bi roj mirov têk dibe.

Yildiz Ok Orak di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayikê’ de bale dikşîne ku xweîfadekirina bi zimanê dayikê çiqas jiyanî ye.

Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî jî bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Xwegihandina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser zimanê zikmakî’ balê dikşîne ser zehmetiyên ku jinên Kurd di mijara mekanîzmaya xwegihandina têkoşîna li dijî tundiya li ser zimanê Kurdî de dijîn.

Ebru Gunay di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Li dijî tecrîdê azadî’ bale dikşîne ku li dijî hişmendiya jinan a  bi pêş dikeve, ferzkirina desthilatdariyê ya ‘Jina maqûl’ her roj bi her cure êrîşan re hê zêdetir bûye û ev zêdebûn bi tecrîdê ve girêdayî ye.

Sernavên di hejmara nû de wiha ne:

Tevî hemû zextan jiyana bi Kurdî’/Roza Metîna

Agirê Kamber Çawanî?/Perîşan Akan

Xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayikê/Yildiz Ok Orak

Xwegihandina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser zimanê zikmakî/ Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî

‘Li dijî tecrîdê azadî’  /Ebru Gunay