Hejmara miriyan li Xezayê derket 73 hezar û 470 kesan
Hejmara kesên ku di şerê Xezayê de mirin, gihîşt 73 hezar û 470’yan. NY’ê hişyarî da ku ji ber nêzbûna demsala baranê, xirabûna pergala kanalîzasyonê û qedexeyên li ser gihandina kelûpelên bijîşkî û alîkariyên mirovî, xeteriyên tenduristiyê dê zêde bibin
Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê rewşa mirovî bi lez û bez xirabtir dibe û pirsgirêkên sivîlan di warê ewlehiya xurek, stargeh, tenduristî, av û parastinê de kûrtir dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Zîvala Xezayê, îro ragihand ku di saetên dawî de bi gihandina 8 cenazeyên din re hejmara kesên ku di şerê Xezayê de mirine gihîştiye 73 hezar û 470’yan û hejmara birîndaran jî bûye 174 hezar û 540.
Wezaretê diyar kir ku ji dema ku agirbest di 11’ê Cotmeha sala borî de ketiye meriyetê û vir ve, hejmara miriyan gihîştiye hezar û 34 kesan û hejmara birîndaran jî bûye 4 hezar û 429. Her wiha hejmara kesên ku ji nav kavilan hatine derxistin jî bûye 815. Wezaretê ragihand ku bi sedan cenaze hêj di bin kavilên xaniyên ku ji ber bombebaranê hilweşiyane de ne û tîmên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.
Hişyarî
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku bi nêzbûna demsala baran û zivistanê re, xetereyên tenduristiyê li Xezayê dê zêde bibin. Nexweşiyên ku ji ber xirabûna pergalên avê û kanalîzasyonê bi rêya avê belav dibin (bi taybetî jî îshala akût) zêde dibin. Qirêjiya avê, çop û stargehên nebaş xetereya belavbûna nexweşiyan zêde dikin û hate tekezkirin ku pergala tenduristiyê ya li Xezayê ne di wê rewşê de ye ku bi epîdemiyeke mezin re têbikoşe.
WHO’yê banga dabînkirina ava ewle, stargeheke daîmî û rêveberiyeke çêtir a bermayiyan kir. Her wiha daxwaz kir ku derman û pêdiviyên bijîşkî yên bingehîn bi lez û bez û bêasteng ji Xezayê re bên şandin. Rêxistinê diyar kir ku sînordarkirin qeyranê girantir dikin û destnîşan kir ku rojane tenê ji 100’î heta 250 kamyonî dikevin hundir, lê hejmara ku hewcedariya gel pê heye digihîje 600’î.
Belavkirina alîkariyan ji ber wêranî, kêmbûna sotemeniyê û pirsgirêkên ewlehiyê tê astengkirin. Kêmkirina alîkariyan jî qeyrana xurekê ya li Xezayê kûrtir dike.