Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket

Hejmara Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Felsefeya Ocalan azad dike" derket. Di rojeva sereke ya rojnameyê ya vê mehê de Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê heye.

Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin ku ji 4’ê Nîsana 2005’an û vir ve bi awayekî rekûpêk bi perîyodên Kurdî û Tirkî tê weşandin, bi sernavê “Felsefeya Ocalan azad dike” derket. Rojnameyê di manşetê de cih da nêrînên endamên Însiyatîfa Jinê ya Azadî ji Abdullah Ocalan re.

‘Ocalan nifteya aştiyê ye’

Diana Restrepo got, “Felsefeya Abdullah Ocalan azad dike. Bi taybetî jî ji bo jinan” Sawsan Chouma jî ev şîrovê kir, “Şerê li Rojhilata Navîn li gorî dilê wan e. Ji ber vê yekê îdeolojiya demokrasî, piralî û jiyana bi hev re ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin bi polîtîkayên serdestan re li hev nay.”

Sylvie Jan jî wiha dibêje: “Ji bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê rêzgirtina ji Abdullah Ocalan re esas e. Ji ber ku Ocalan kilîla aştiyê ye.”

Em bi biryar in ku sala 2023'yan bikin sala Rêber Apo

Di rojnameyê de Ronahî Serhat di gotara xwe ya li ser 15'ê Sibatê de, qala qonaxên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, diyar kir ku piştî komployê, gelê Kurd li dora Abdullah Ocalan mertaleke ji agir çêkir û anî ziman ku hêzên komploger hîn jî bi 'tecrîda mutleq' êrîşê li Abdullah Ocalan dike. Nivîskar ragihand ku têkoşîna li dijî Komploya 15'ê Sibatê cewher û armanca têkoşîna azadiya jinê ye û got, "Weke Tevgera Jinê, em bi biryar in ku li dora Rêber Apo bibin yek û sala 2023'yan bikin sala Rêber Apo."

Hêja Zerya jî heman mijar nirxand û diyar kir ku komplo 'hewldanek ji bo tunekirina hêviyê' ye. Hêja Zerya destnîşan kir ku li hemberî vê yekê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi formula 'Jin, Jiyan, Azadî' operasyonên şikandina hêviyê pûç kir.

Li ser baweriya Ezdatî dosya

Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de hevpeyvîna bi Hevseroka Partiya Çep a Kesk Kiliçgun Ûçar a li ser rola jinan a li nava siyaset û hilbijartinê, her wiha hevpeyvîna bi Parlamentera HDP'î Dersim Dag a li ser rê û rêbazên têkoşîna ciwanan a li dijî polîtîkayên şer û qirkirinê, hatin weşandin. Yek ji nivîskarên rojnameyê Rojbîn Denîz e ku li Şengalê rojnamevaniyê dike. Rojbîn Denîz bi sernavê "Baweriya Ezda çi ye?" dosyayek lêkolînê weşand.

Nivîsên Kurdî

Di rojnameyê nivîsa nivîskar Roza Metîna ya bi sernavê sernavê "Hunera şoreşger bi zimanê dayikê pêk tê" û ya Havîn Guneşer jî nivîsa bi sernavê "Pêşî li Ronesansa Kurd nayê girtin" hat weşandin. Nûrhaq Gulbahar rojeva Başûrê Kurdistanê vegot û diyar kir ku polîtîkayên dagirkeriyê û êrîşên li dijî jinê di heman demê de têne kirin. Elîf Ronahî di beşa duyemîn a nirxandina xwe ya li ser dîrokê de sernavê "Mêtîngeha pêşî jin e" ji bo gotara xwe bi kar anî. Nûjiyan Amed serhildanan 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand, Bermal Çem jî qala hunermendên jinê kir ku bûn dengê şoreşê.

Di çarçoveya Jineolojî de gerîla û huner

Ji jinên çiyayên Kurdistanê Amara Harûn Amed bi sernavê "Jinên bi rûyê çiyê" qala çîroka 3 gerîlayên jin kir. Zîlan Tolhildan jî di çarçoveya jineolojiyê de mijarên gerîla, huner, gerîla û şer nirxand.

Nivîskara Ekolojiyê Sûltan Gulsun bi sernavê "Qirêjiya global" gotarek nivîsî. Di hejmara Sibatê ya rojnameyê de her wiha gelek portre, nivîsên li ser tenduristî, rojane hatin weşandin.

Hejmara nû ya rojnameyê li ser navnîşana "newayajin.net" dikare bê peydakirin.