Hejmara kovara Jin ya 162’an derket
Hejmara 162’emîn a Kovara Jin bi sernavê "Nîv Sedsal Berxwedan: Dadwerî û Dadmendiya Jinan" derket.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin, di hejmara xwe ya 162’an de, balê dikişîne ser têkoşînên jinan di warên civakî, çandî û hiqûqî de, bi taybetî li ser pratîkên berxwedanê yên ku armanc dikin şidet û neheqiya li dijî jinan eşkere bikin.
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
*Kolektîvîzekirina Takekesî û Hilweşandina Dadweriya Mêr: Dadgeha Jinan ji me re çi dibêje? / Melek Avcı
*Divê Em Dadgehên Jinan di 50emîn Salvegera Wan de Pir Zêde Bikin / Meral Çiçek
*Huner û Jin di Neteweya Demokratîk de / Şîlan Baran
*Têkoşîna Jinan di Siya Mezheban de: Bawerî, Hêz û Nasname / Salîha Aras
*Li ser Sîstemên Serdest û Azadiya Jinan / Seher Yildirim