Hejmara kesên neçar man ji Refahê koç bikin 810 hezar derbas kir

NY ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara kesên neçar mane ji Refahê koç bikin di nav 2 hefteyan de 810 hezaran derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan - Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser medyaya dîjîtal X’ê derbarê Filistîniyên ku neçar man ji Refaha ku êrîşên artêşa Îsraîlê lê didomin de koç bikin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Xezayê cihek bi ewle nemaye û wiha berdevam kir: “Dema ku malbat ji cîhê xwe dibin, jiyana wan dikeve xeteriyê. Mîrov ji bo ku cîhek bi ewle peyda bikin neçar dimînin her tiştî li pêy xwe dihêlin.” Di berdevamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav 2 hefteyan de  ji Refaha ku di bin êrîşên Îsraîlê de ye zêdeyî 810 hezar Filistînî neçar mane koçî herêmên din ên Xezayê bikin, her wiha banga agirbestê hat kirin.

Artêşa Îsraîlê ku ji bo valakirina hin taxên li rojhilatê Refahê ku Filistînî lê cîh bûne hişyarî dabû û di 10’ê Gulanê de ragihandibû ku biryara "berfirehkirina herêmê" ya êrîşên bejahî yên li Refahê qebûl kiriye.