Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 84

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê li ser Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetên dawî de 283 zêde bû û gihîşt 37 hezar û 84’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirûstiya Filistînê ya li Xezayê, derbarê êrişên Îsrailê li Zîvala Xezayê ku ev 247 roje berdewam dike de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku artêşa Îsrailê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cûda yên Xezayê 8 komkujî pêkanî, di êrişên mijara gotinê de 274 li kampa koçberan ya Nusayrat, bi giştî 283 Filistîniyên din jî jiyana xwe ji dest dane, hinek giran 698 Filistinî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên di êrişa Îsrailê ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane  gihîştiye 37 hezar 84’an, hejmara birîndaran jî gihîştiye 84 hezar 494’an û hate bibîrxistin ku hê dibin xirbe û li ser riyan de cenaze hene.