Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 765

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li ser Xeza berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane bû 37 hezar û 765.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Xezayê 3 komkujî pêk anîne, 47 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 52 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên di êrişên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 37 hezar û 765’an, hejmara birîndaran jî bûye 86 hezar 429. Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê jî di bin xirbeyan de û li ser riyan cenaze hene.