Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 535

Li Zîvala Xezayê ku êrişên Îsraîl bênavber berdewam dikin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 535, hejmara birîndaran jî bû 77 hezar û 704.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filîstînê der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku 207 roj in berdewam dikin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên li dijî Zîvala Xezayê de 47 Filîstîniyên din jî jiyana xwe ji dest dane, 61 Filîstînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li ser Zîvala Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bû 34 hezar û 535, hejmara birîndaran jî bûye 77 hezar û 704. Her wiha dubare hat bibîrxistin ku hê jî di bin xirbeyan de û li ser riyan cenaze hene.