Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan derket 23 hezar û 357’an

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan derket 23 hezar û 357’an.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên di 7ê Cotmehê de li dijî Xezayê dabû destpêkirin bênavber berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê derbarê hejmara kuştî û birîndarên di êrîşan de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmehê heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 23 hezar û 357 kesan jiyana xwe ji dest dane, 59 hezar û 410 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 147 kes jiyana xwe ji dest dan.