Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 677

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê di 24 saetên dawî de 24 kes jiyana xwe ji dest dan û derket 39 hezar û 677’an.

Navenda Nûçeyan - Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bênavber didomîne.

Wezareta Tenduristiye ya Filistine daxuyaniyeke niviski da ü der bare erişen İsraile li ser Xezaye ku 306 roj in didomin de agahi parve kir. Li gorî vê yekê, Îsraîlê di êrîşên 24 saetên dawî de li ser herêmên curbecur ên Xezayê "2 qetlîam" kir, di van êrîşan de 24 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 110 Filistînî jî birîndar bûn.

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zivala Xezayê hat kirin de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 39 hezar û 677’an û hejmara birîndaran jî derket 91 hezar û 645’an. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hîn jî cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, tîmên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.