Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 324

Di êrîşên ku di 24 saetên dawîn de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kirin de 66 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 241 kes jî birîndar bûn. Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 324.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê jiyana xwe ji dest dan derket 39 hezar û 324’an.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de der barê êrîşên Îsraîlê yên 296 rojan ên li ser Zivala Xezayê de agahî hatin dayîn.

Di 24 saetan de 66 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku di 24 saetên dawîn de ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kirin de 66 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 241 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 39 hezar û 324’an û hejmara birîndaran jî derket 90 hezar û 830’î.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de hê jî cenazeyên mirovan ên mirî hene, lê ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.

Ji aliyê din ve, roja 27’ê Tîrmehê, balafirên şer ên Îsraîlê êrişî dibistana Hadîceyê ya bajarê Dêr Belahê li navenda Xezayê kirin, ku filistîniyên koçber lê bi cih bûne. Hat diyarkirin ku piraniya avahiya dibistanê wêran bû.