Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar û 431

Li Xezaya ku Îsraîlê ev 258 roj in bênavber êrîşên xwe didomîne hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar û 431.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha sala 2023’an ve êrişên xwe yên bênavber li ser Zivala Xezayê didomîne.

Wezareta Tenduristiye ya Filistine daxuyaniyek da û der bare erişên 258 rojin yên İsrailê li ser Xezayê daxuyani da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Xezayê 4 qetlîam hatin kirin, di van êrîşan de 35 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 130 kes jî birîndar bûn.

Hat parvekirin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zivala Xezayê hatin kirin de derket 37 hezar û 431’an û hejmara birîndaran jî derket 85 hezar û 653’an. Li aliyê din hat ragihandin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de hîn cenaze hene, lê ji ber astengiyên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.