Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 37 hezar 551

Hejmara Filistîniyên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xeza de jiyana xwe ji dest dane giha 37 hezar û 551’an.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ya Xezayê der barê êrişên Îsraîl li dijî Zîvala Xezayê berdewam dike de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 48 saetên dawî de 6 komkujî pêk anîne, di êrişên mijara gotinê de 120 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan, 258 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 37 hezar û 551’ê, hejmara birîndaran jî gihîşt 85 hezar û 911 kesan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hê di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze hene.