Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 35 hezar û 386

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Zivala Xezayê de hejmara miriyan di 24 saetên dawîn da 83 zêde bû û derket 35 hezar û 386’an.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ev 225 roj in êrîşên xwe yên li dijî Zivala Xezayê bênavber didomîne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê daneyên dawî yên êrîşê Îsraîlê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn da 9 qetlîam li dijî herêmên cuda yên Xezayê pêk anîne, di van êrîşan de 83 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 105 Filistînî jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku bi êrîşên dawî re hejmara miriyên li Zivala xezayê bû 35 hezar û 386 û hejmara birîndaran jî bû 79 hezar û 366.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku hîna cenaze di bin xirbeyan û li kêleka rê de mane, lê ji ber ku hêzên Îsraîlî rê li ber wan girtine nikarin xwe bigihînin cenazeyan.