Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 396

Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê yê bi ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 396.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustî ya Filistinê derbarê êrişê Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha li ser Zîvala Xezayê didomîne de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yê 24 seatên dawiyê yê li ser Zîvala Xezayê pêk anî de 28 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 51 Filistînî birîndar bûne.  

Di daxuyaniyê de hat ragihandin di êrişên 209 roj in li ser Zîvala Xezayê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 34 hezar û 396 û hejmara birîndaran jî bûye 77 hezar û 816. Hat ragihandin ku di bin kavilan de û li kêleka rê hê jî cenaze hene û ji ber astengkirinên Îsraîlê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.