Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 482

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 482.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê mirina di êrîşên ku Îsraîl ev 187 roj in li dijî Zîvala Xezayê dike de daxuyaniyek da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di 24 saetên dawî de di êrîşên ku artêşa Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê pêk anîn de 122 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dan û 56 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 482 û hejmara birîndaran jî bûye 76 hezar û 49.