Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 175

Hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 33 hezar û 175 û hejmara birîndaran jî bû 75 hezar û 886.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di êrîşên 24 saetên dawî yê artêşa Îsraîlê de 38 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 71 Filistînî jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bûye 33 hezar û 175 û hejmara birîndaran jî bûye 75 hezar û 886. Her wiha hat destnîşankirin ku di bin kavilan de û li ser rê hê jî cenaze hene.