Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 31 hezar û 645

Hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de jiyana xwe ji dest dan bû 31 hezar û 645.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê der barê êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Şerîda Xezayê didome, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da li Xezayê di êrîşên hêzên Îsraîlê da 92 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dan û 130 Filistînî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê da hejmara miriyan derket 31 hezar û 645’an û hejmara birîndaran jî derket 73 hezar û 676’an. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyan û li kêleka rê de cenaze hene û hat destnîşankirin ku ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û rayedarên berevaniya sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.