Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan 39 hezarî derbas kir

Hate diyarkirin ku hejmara kesên ku di êrişa Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 6, hejmara birîndaran jî bûye 89 hezar û 818.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirûstî ya Zîvala Xezayê ragihand ku hejmara kesên di êrişên Îsrailê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Xezayê berdewam dike de jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 6 kes.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 saetên dawî de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji roja ku êriş destpêkirine heta niha li Zîvala Xezayê 89 hezar û 818 kes jî birîndar bûne.

Îsrail ji Filistîniyan xwest ku Xan Yûnisê vala bikin

Li aliyê din artêşa Îsrailê bi ideaya li dijî Îsrailê ‘xebatên girîng ên terorî û avêtina roketan’ xwest ku Filistînî taxên rojhilatê Xan Yûnisê û bi taybet herêma el-Mevasî vala bikin.

Îsrailê konvoya NY hedef girt

Ofîsa Koçberên Filistînê ya NY (UNRWA) di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya dijîtal X’ê de ragihand ku weke parçeyek ji xebatê ‘bi koordîne û hatiye erêkirin’ yek ji konvoyên ku ber bi Xezayê ve rêketin roja yekşemê rastî ‘êrişa giran’ ya artêşa Îsrailê hatiye.

Dîrektorê UNRWA’yê diyar kir ku; yek ji seyarên ku bi eşkere li ser NY nivisiye bi pênc guleyan hatiye hedefgirtin û konvoy jî neçar maye paş de vekişe. UNRWA’yê destnîşan kir ku dema ku konvoy rastî êrişê hatiye di xalên kontrola artêşa Îsrailê de bûye.