Hejmara kesên li Şîliyê jiyana xwe ji dest dan bû 112

Ji ber şewata daristanan a li naverast û başûrê Şîliyê bi hezaran mal bandor bûn. Hejmara kesên ku ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan bû 112.

Navenda Nûçeyan – Bîlançoya şewata daristanan ku li naverast û başûrê Şîliyê bi bandor bû her ku diçe zêde dibe.

Li gor daxuyaniyên rayedaran li gelek heremên bajarên ber behrê Valparaiso û Vina del Mar gelek şewat rû dan. Hat ragihandin ku li bajarê Quilpue ya li heremê cih digre û ji şewatê bandor bû gelek mal zirer dîtine û ji bo şewat bandorê li zêdetir malan neke xebat didomin.

112 kes jiyana xwe ji dest dan

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Manûel Monsalve êvara Yekşemê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Li gorî agahiyên ku me ji tiba edlî wergirtin 112 kes mirin û 32 cesed hatine teşhîskirin.” Wezîr ragihand ku arkuj hîn jî hewl didin li 40 deveran şewatê vemirînin.

Şaredarê bajarokê peravî Vîna del Mar Macarena Rîpamontî û waliyê herêma Valparaîso Rodrîgo Mûndaca diyar kirin ku bi sedan kes hîn winda ne.

Lîderê olî yê Katolîk Papa Francîs roja Yekşemê li Romayê piştî dûa Angelûsê bang kir ku ji bo “Kesên di şewata li Şîlî de jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar bûn dua bikin.”

Berpirsyarê dîplomasiya Ewropayê Josep Borrell jî li ser X’ê daxuyaniyek da û anî ziman ku Yekîtiya Ewropa amade ye di vê dema zehmet de alîkariyê bike. Wezareta Karên Derve ya Fransayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Fransa piştgiriyê bi hikumet û gelê Şîlî re dike û ji bo alîkariyê amade ye.