Hejmara kesên ku ji ber ecacê jiyana xwe ji dest dan zede bû

Li navçeya Bazarçixê 2 kesên ku yek ji wan zarok e ji ber bahoz û ecacê bîrîndar bûn jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ji ber ecaca 20’ê Nîsanê ku li navçeya Bazarcixê navenda erdhejê ya Mereşê pêk hat, ziyanên canî zêde bûn.

Nesîmî Çagman di 20'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da û nêzî 150 kes jî birîndar bûn. Selver Mengutay ê 79 salî ku li Taxa Cengîz Topelê di konteynirê de dima, ji ber bandora ecacê bi konteynirê difire û bi metroyan dixişike bîrîndar bû û rakirin Uniteya Lênêrînê ya Dewletê ya Kahramanmaraşê jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku li Taxa Memiş Ozdal a bajêr zarokê yek sal û nîv ku navê wî nehat zanîn dema ku di kon de dima, ji ber ava kelandî bi ser wî de rijiya jiyana xwe ji dest da.