Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 16’yan

Li gor agahiyên dawî hatine bidest xistin di hilweşîna avahiya 5 qatî ya li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîşt 16’yan, 2 kes jÎ bi birîndarî rizgar bûn.

Heleb – Duh bi seatên şev li taxa Şêx Meqsûd a Helebê avahiyek 5 qatî hilweşiya. Li gor agahiyên dawiyê hejmara kesên ku di encama hilweşînê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 16’yan, her wiha 2 kes jî birîndar e.

Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Ji malbata Zerîfe Îbo ya ji gundê Qeretepe yê navçeya Şêrewa ye û piştî dagirkirina Efrînê koçber bûne: Zerîfe Îbo ya 33 salî, Cengîz Îbo ya 14 salî, Avliyan Îbo ya 13 salî . Mistefa Îbo ya 17 salî jî birîndar e.

Malbata Carûr a ji pêkhateya Ereb: Hemîde Carûr a 7 salî, Cemal Carûr ê 10 salî, Yûsif Carûr ê 3 salî û dayika wan Meys Memdûh Carûr û xizma wan wîsal Carûr, her wiha bapîrê zarokan jî Cemal Carûr birîndar in. Lê heta niha bavê zarokan Subhî Carûr nehatiye dîtin.

Malbata Waêl Rîhanî: Waêl Mihemed Rîhanî yê 37 salî yê ji gundê Çolaqa ya Cindirêsê û hevjîna wî Dua Silêman a ji Qamişloyê ya 29 salî û pitika wan Îvane Waêl Rîhanî ya 20 rojî.

Malbata Redwan Mihemed: Redwan Mihemed Sebrî yê 55 salî ê ji gundê Xelnêrê û hevjîna wî Zeyneh Ehmed Receb Osman ya 42 salî ya ji gundê Xirêbkê yê navçeya Şera, ku ew jî ji kantona Efrîna dagirkirî hatin koçberkirin û li taxê bi cih bûn.

Malbata Resûl Îbo: Resûl Îbo yê 46 salî û hevjîna wî Gulînaz Kedro ya 33 salî.

Tîmên Awarte canezeyek din dît lê nasnameya wê hîn nediyar e.

Her wiha xebatên lêkolîn û derxistina şêniyên asêmayî bi alîkariya bi sedan şêniyên taxê didomin.