Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 20 hezaran derbas kir
Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 213’an.

Navenda Nûçeyan – Ji ber erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû bandorê li 10 bajarên din kir û bû sedema hilweşînan bîlançoya kesên jiyana xwe ji dest dide her ku diçe zêde dibe.
Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) aşkere kir ku hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereş û bandor li 10 bajaran kir de jiyana xwe ji dest dane derket 19 hezar û 875’an, hejmara birîndaran jî derket 79 hezar û 717 kesan.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi daxuyaniya çapemeniyê aşkere kir ku di erdhejên navenda wan Mereş de 20 hezar û 213 kesan jiyana xwe ji dest dan û 80 hezar û 52 kes birîndar bûn.