Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 18’an
Di lehiya li Riha û Semsûrê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 18’an.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230317-20230317-indir-1-jpg374fb2-image-jpge4f26a-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Barana ku 15’ ê Adara roja Çarşemê li bajarê Riha û Semsûr a ku di erdheja 6’ê Sibatê navenda wê Mereşe bandor li wan kiribûn, veguherî lehiyê. Li Rihayê di lehiyê de 16, li navçeya Tût a Semsûrê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lêgerîna 3 kesên winda jî berdewam dike.