Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de mirin 34 hezarî derbas kir

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Hejmara kesên ku di êrişan de Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane 34 hezaran derbas kir.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bênavber berdewam dikin. Hejmara Filistiniyên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane ji 34 hezaran derbas bû. Li gorî rayedaran li Xezayê piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in lê hejmara rast ya miriyan tê texmînkirin ku ji hejmarên heyî zêdetir e. Hejmara cenazeyên ku li ser riyan û di bin kavilan de mane jî ji ber ku tîmên tedirustiyê û hêzên ewlekariyê nikarin xwe bigihîjînin neket qeydan.