Hejmara kesên di êrişa li ser Xezayê de mirin bû 34 hezar û 151

Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji desta dane giha 34 hezar û 151’an.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrail li ser Zîvala Xeza yêku ji 7’ê Cotmeha 2023’an de destpêkir berdewam dike. Wezareta tendirûstiya Filistinê ya li Xezayê derbarê êrişên Îsrailê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî yên êrişa artêşa Îsrailê li ser Zîvala Xezyê de 54 Filistiniyên din jiyana xwe ji dest dan, 104 Filistînî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane giha 34 hezar û 151’an, hejmara birîndaran jî giha 77 hezar 84’an. Destnîşan kir ku hê dibin xirbe û li ser rêyan cde enaze hene, lê belê ji ber astengiya leşkerên Îsrailê nikarin xwe bigihînin cenazeyan.