Hejmara kesên di êrîşa li Moskowê de mirin zêde bû

Hejmara kesên di êrîşa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan derket 133’an.

Navenda Nûçeyan- Hejmara kesên ku di êrîşa çekdarî ya li salona konserê "Crocus City Hall" a li Moskowê ya paytexta Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dan derket 133’an.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ku derbarê êrîşê de lêpirsîn da destpêkirin, di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku di êrîşa duh de herî kêm 133 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên destpêkê, komîteyê hişyarî da ku tê payîn ku jimara miriyan zêde bibe.

Di daxuyaniya berê de hatibû diyarkirin ku di êrîşê de zêdeyî 140 kes birîndar bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên li salonê dewam dikin û di dema xebatên xirbeyê de ekîban gelek cenaze dîtin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hewldanên lêgerînê dewam dikin."