Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gîhîşt 39 hezar û 672’an
Hejmara kesên ku di erdhejên navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dan gîhîşt 39 hezar û 672’an.
Navenda Nûçeyan- Wezîrê karê hundirîn yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereşê de jiyana xwe ji dest dane gîhîşt 39 hezar û 672 kesan.
Di 278 seatan de ji erdhejê sax derket
Li Taxa Elektrîkê ya navçeya Defne ya Hatayê di erdheja di saet 278an de kesekî 45 salî ji bin xirbeyên avahiyekê hat xilaskirin.
Li Amedê bendewarî berdewam dike
Li Amedê 7 avahî ku 1 jê vala bû hatin hilweşandin. Di encama lêkolînan de cenazeyên gelek welatiyan ji 6 avahiyan hatin derxistin, bi hezaran kes hatin dermankirin. Li 6 noqteyan xebatên xirbeyê qediyan. Li Navenda Karsaziyê ya Diyar Galeria ya navçeya Yenîşehîrê xebatên lêgerîn, û xilaskirinê yên di bin xirbeyan da didome.
Li gor agahîyên ku hatine girtin di bin xirbeyan de 8 welatî hene. Xizmên welatiyên ku di bin xirbeyan de mane li ber Navenda Karsaziyê ya Diyar Galeria li bendê ne ku xizmên xwe bi saxî yan jî mirî bên derxistin.