Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 12 hezar û 391’an

AFAD bi daxuyaniya xwe ragihand ku heyanî 9’ê Sibatê seat 03.00’an hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye gihîştiye 12 hezar û 391’an, her wiha da zanîn ku 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku ji ber erdhejên di 6’ê Sibatê de pêk hatiye heyanî 9’ê Sibaê seat 03.00’yan hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 12 hezar û 391 kesan.

AFAD her wiha ragihand ku piştî erdhejan hezar û 52 erdehejên domdar pêk hatiye, 12 hezar û 391 kesan jiyana xwe ji dest daye û 62 hezar û 914 kesan jî birîndar bûne.