Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 40 hezar û 689 kesan
AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 40 hezar û 689 kesan.
Navenda Nûçeyan – Ji ber erdheja ku navend li Mereşê qewimî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan roj bi roj zêde dibe. Serokê AFAD’ê Yûnûs Sezer bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn derketiye 40 hezar û 689 kesan. Sezer, diyar kir ku ji bilî Mereş û Hatayê, xebatên lêgerînê yên li bajarên din bi dawî bûne û ev agahî parve kir: “Bi ser 430 hezar tehliyeyan ji hêla me ve hatin kirin. Em niha jî 313 hezar û 723 kesan li mêvanxaneyên cemaweriyê û hotêlan dihewînin.”
Her wiha Yûnûs Sezer destnîşan kir ku xebatên tespîtkirina xesaran berdewam in û wiha bi dawî kir: “Heta niha ji sedî 50’î xebatên tespîtkirina xesaran hatine kirin.”