Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 17 hezar û 674’an
Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay diyar kir ku di erdheja navenda Mereşê da hejmara miriyan derket 17 hezar û 674’an û hejmara birîndaran jî derket 72 hezar û 879’an.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên ku di erdhejên 7.7 û 7.6 ku navenda wê Mereş bû de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn roj bi roj zêde dibe.
Li gorî daxuyaniyên fermî yên dawî hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 17 hezar û 674’an, hejmara birîndaran jî derket 72 hezar û 879’an.